Aysel Tugluk: Êdî li Kobanî tenê YPG şer nake çimkî Pêşmerge jî çûye wir
Îro bi helkefta Roja Cîhanî ya Kobanî, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her wiha li gellek deverên cîhanê çalakî û meş hatin lidarxistin.
Li ser sînorê Kobanî jî bi hezaran kurd li hev civiyan û li beramberî Kobanî zincîra aştiyê çêkirin.
Di çalakiya han de Parlamentera Wanê Aysel Tugluk axaftinek kir û ragihand, êdî li Kobanî tenê şervanên YPG û YPJê şer û berxwedanê nakin çimkî Pêşmerge jî derbasî Kobanî bûn.
Aysel Tugluk, diyar kir ku eger Kobanî bikeve wê demê tiştek bi navê pêvajoya çareseriyê namîne çimkî qedera pêvajoyê bi rewşa Kobanî ve girêdayî ye.
Tugluk li ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû “Hinek maye Kobanî bikeve. Ez nizanim çima dinya ewqasî girîngiyê dide Kobanî” jî axivî û wiha got:
“Yên ku dibêjin hinek maye Kobanî bikeve bila bizanin ku Kobanî nakeve em nahêlin Kobanî bikeve. Heta niha jî serokomarê Tirkiyeyê dibêje çima ewqasî girîngiyê didin Kobanî. Lê bila ew bizane ku eger Kobanî tinebe wê demê pêvajoya çareseriyê jî tine.”
Parlamentera Wanê behsa alîkariya Amerîka bo Kobanî kir û got, heta Amerîka jî hat alîkariya Kobanî lê hîn AKP pişta DAIŞê digire û wiha anî ziman: “Ji ber wê jî divê AKP biryara xwe bide yan bi Kurdan re aştiyê bike yan jî eşkere dujminiyê bike.”
Rudaw
