Li Zûmarê xaniyek teqiya û xwediyê wî bû qurbanî
Pişrî rizgarkirina Zûmarê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, hinek ji xelkê navçeyê vegeriyan navçeyên xwe û îro jî di dema ku welatiyek vegeriya nav mala xwe, bombeyek ji aliyê DAIŞê ve di nav odeyekê de hatibû danîn û ew bombe bi wî de teqiya û di encamê de xwediyê malê canê xwe ji dest da û pêşmergeyek jî birîndar bû.
Çandina bombeyan di nav xaniyan û li ser riyan, tektîkeke DAIŞ e li wan navçeyên ku dixe destê xwe.
Lewma Hêzên Pêşmerge piştî rizgarkirina Zûmarê daxwaz ji welatiyan kirin ku heta ew dever bi yekcarî ji bombeyan neyê paqijkirin, venegerin mal û cihên xwe.
Rudaw
