• Monday, 16 February 2026
logo

Li Zûmarê xaniyek teqiya û xwediyê wî bû qurbanî

Gulan Media November 2, 2014 Nûçe
Li Zûmarê xaniyek teqiya û xwediyê wî bû qurbanî
Li gundê Kanî Şêrîn ê ser bi nahiyeya Zûmarê ve, xaniyek ku ji aliyê DAIŞê hatibû bombekirin, teqiya û di encamê de xwediyê wê malê canê xwe ji dest da.

Pişrî rizgarkirina Zûmarê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, hinek ji xelkê navçeyê vegeriyan navçeyên xwe û îro jî di dema ku welatiyek vegeriya nav mala xwe, bombeyek ji aliyê DAIŞê ve di nav odeyekê de hatibû danîn û ew bombe bi wî de teqiya û di encamê de xwediyê malê canê xwe ji dest da û pêşmergeyek jî birîndar bû.

Çandina bombeyan di nav xaniyan û li ser riyan, tektîkeke DAIŞ e li wan navçeyên ku dixe destê xwe.

Lewma Hêzên Pêşmerge piştî rizgarkirina Zûmarê daxwaz ji welatiyan kirin ku heta ew dever bi yekcarî ji bombeyan neyê paqijkirin, venegerin mal û cihên xwe.

Rudaw
Top