DAIŞê dîsa li Iraqê komkujî kir: Vê carê serê 85 kesan jêkir
Li gorî ajansa Reutersê, DAIŞê vê carê jî 85 endamên eşîra Bûnemir komkuj kir û serê hemûyan jêkir.
Parêzgeha Enbarê di bin dorpêça çekdarên DAIŞê de ye. Artêşa Iraqê roja 30ê Cotmeha îsal bi mebesta şikandine dorpêçê operasyonek li dijî çekdaran li dar xist lê nekarî dorpêçê bişkêne.
Li gorî agahiyan, beriya wê operasyonê 150 endamên eşîra Bûnemir ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn kuştin û cendekên wan li devera Bû Elî Casim li nêzîkî bajarê Romadî hatibûn avêtin.
Parêzgeha Enbarê meha Îlona îsal ji aliyê DAIŞê ve hat girtin ji ber wê jî ew der bûye eniyeke şer a navbera DAIŞ û artêşa Iraqê.
Rudaw
