• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞ serkirdeyê xwe yê kurd bi dar ve kir

Gulan Media November 1, 2014 Nûçe
DAIŞ serkirdeyê xwe yê kurd bi dar ve kir
Çavkaniyekê ji Asayişa Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand ku, şevê din çekdarên DAIŞê, dadwerê xwe yê şeriî yê kurd Ehmed Asî bi tohmeta xiyanet û nepaqijiyê li devera Hewîceyê li pêşiya xelkê bi dar vekirin.

Wê çavkaniyê wiha got: “Ew kesê ku hat bidarvekirin, ev çend sal e girêdayî komên tundrew bû û beriya niha di şerê navçeya Amirliyê di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de birîndar bû.”

Rêveberê Polîsên Qeza û Navçeyên Parêzgeha Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ew nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û wiha got: “Li gorî agahiyên me çekdarên DAIŞê li Hewîceyê û piştî lêkolînekê ligel wî kesî, ku dadwerê şeriî bû, Asî li pêşiya çavê xelkê bi dar vekirin.”

Malpereke iraqî kuştina Ehmed Asî ji aliyê DAIŞê ve bo wê yekê vegerand ku, hinek pereyên wan winda bibûn û ew pere ketibûn histê Asî.

Rudaw
Top