• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî dixwaze nêta Bexdayê fam bike

Gulan Media November 1, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî dixwaze nêta Bexdayê fam bike
Parlamenterê Kurd Musîn Sadun bal kişand ser çûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û got: ‘’Serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi destpêşxeriya hikûmeta İraqê ve girêdayî ye.’‘

Muhsîn Sadun da zanîn ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li benda Bexdayê ye daku derbarê şandina butçeya Herêma Kurdistanê de nêta xwe pêşan bide û got: ‘’Bi kêmanî divê Bexda meaşê 4 mehan ên fermanberên Kurdistanê bişîne. Herwiha şanda ku serdana Bexdayê jî bike nikare ti pirsgirêkekê çareser bike heta budceya 2014 a İraqê neyê pesend kirin.’‘

Hevdem Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî berî niha ji BasNewsê re gotibû ku di van nêzîkan de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike û derbarê butçe û petrolê de ligel Serokwezîrê İraqê Heyder Ebadî dicive.

Basnews
Top