Nêçîrvan Barzanî dixwaze nêta Bexdayê fam bike
Muhsîn Sadun da zanîn ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li benda Bexdayê ye daku derbarê şandina butçeya Herêma Kurdistanê de nêta xwe pêşan bide û got: ‘’Bi kêmanî divê Bexda meaşê 4 mehan ên fermanberên Kurdistanê bişîne. Herwiha şanda ku serdana Bexdayê jî bike nikare ti pirsgirêkekê çareser bike heta budceya 2014 a İraqê neyê pesend kirin.’‘
Hevdem Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî berî niha ji BasNewsê re gotibû ku di van nêzîkan de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike û derbarê butçe û petrolê de ligel Serokwezîrê İraqê Heyder Ebadî dicive.
Basnews
