Norwêj 120 serbaz dişîne Kurdistanê
Hikûmeta Norwêjê biryar daye 120 psporên leşkerî bişîne Kurdistanê.
Serokwezîrê Norwêjê Solburg ragehand ku di civîna hikûmetê de biryar hatiye dayîn ku hikûmeta Norwêjê bi awayekî ektîf beşdariya şerê dijî terorê bike û herwiha hevkariya wan welatan bike ku şerê dijî terorê dikin.
Solburg eşkere kir ku me biryar daye 190 leşkerên xwe bişînin ji bo Îraq û Efxanistanê û ji wan leşkeran ku tevahiya wan psporên û erkê wan perwerde kirine vê 120 psporên leşkerî biçin li Hewlêrê bicîh bibin û ewin din jî vê biçin Efxanistanê.
Solburg diyar kir ku erkê wan leşkeran perwerde kirin û şewirmendî kirin li gel hêzên leşkerî yên Kurdistan û Îraqê ye.
Solburg tekez li ser vê yekê kir ku dema mayîna wan leşkeran niha yek sale lê eger pêwîst bike ew dema han tê dirêjkirin.
