• Monday, 16 February 2026
logo

Kurdistan xwe ji referandûma serxwebûnê re amade dike

Gulan Media November 1, 2014 Nûçe
Kurdistan xwe ji referandûma serxwebûnê re amade dike
Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Parlamentoya Kurdistanê 10 roj dem daniye ji bo wan kesên dixwazin bibin endamê Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Kurdistanê. Parlamenterekî Kurd jî dibejê ku lezkirina wan a di warê komisyonê de, ji bo encamdana referandûmê ye.

Komisyona demkî ya Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe de dema serlêdanê bo wan kesan diyar dike ku dixwazin bibin endamên Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Kurdistanê.

Di vê derbarê de Serokê Komisyona Demkî ya Komisyona Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê Mela Merwan Gelalî ji BasNewsê re got: “Kilîşeya wergirtina CV yan hatiye amade kirin. Dema serlêdanê 10 roj e. Her kesek pîvanan bi cîh bîne CV ya wan wê were qebûl kirin.”

Dema pisgirêkên di navbera Baxda û Hewlêrê de zêde bûn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat Parlamentoyê û daxwaz ji parlamenteran kir ku di demeke nêzîk de yasayan ji bo avakirina Komisyona Hilbijartine li Kurdistanê û encamdana referandumê derxînin.

Parlamenterê Kurdistanê Valan Ferîd got ku lezkirina di damezrandina Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Kurdistanê de, referandûma serxwebûne nêzîk dike û wiha axifî: “Bi derxistina yasayê divê di nav 90 rojan de Komisyona Bilind were avakirin. Avakirina komisyonê nîşaneya referandûma serxwebûnê ye. Ji xwe Serok jî daxwaz ji parlamentoyê kiribû ku bo referandûma serxwebûne lezê bikin. Bo referandumê pêwîstî bi yasayê heye û Fraksyona PDK’ê li Parlamentoyê yasayek bo referandûme amade kiriye û wê pêşkeşî Serokatiya Parlamentoyê bike.”

Basnews
Top