Yawer: DAİŞ dixwaze rêya ku Pêşmerge têre derbas dibin bigire
Berî niha bi kêliyekê BasNewsê wêneyê Hêza Pêşmerge li nav bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê belav kir. Ajansa Hurriye ya İraqî jî di raportekê de behsa wê yekê dike ku DAİŞ’ê hemû hewldanên xwe xistibûn tevgerê da wê rêya serekî bigire ku Pêşmergeyên Kurdistanê têre derbasî Kobanê dibin. Tê gotin ku berî gehiştina Pêşmergeyan, çekdarên DAİŞ’ê bi hemû şiyan û çekên giran hewl dane êrîşî rêya serekî ya navbera Tirkiye û Kobanê bikin.
Di vê derbarê de Serokê Desteya Mafê Mirov a Sûrî Ramî Enbulrehman wiha dibêje: ‘’DAİŞ’ê hemû hêza xwe hewl da ku şevê din bikaribe rêya serekî ya navbera Kobanê û Tirkiyê bigire daku nehêle Pêşmergeyên Kurdistanê derbasî Kobanê bibin, lê hewldanên wê bêencam bûn û nikarîn dest deynin ser wê navçeyê.’‘
Derbarê mijarê de Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Cebar Yawer jî wiha axifî: ‘’Niha take rêya ku mabe bo nav Kobanê rêya bakurê bajêr e ku dikeve ser sînorê Tirkiyê û rêya navbera rojava, rojhilat û başûrê bajêr girtî ye. Çekdarên DAİŞ’ê berdewam êrîş dikin daku wê rêyê jî bigrin, heta niha jî dixwazin armanca xwe ya serekî bi wê rêyê pêkbînin û wê rêyê bigrin, vêna jî wiha kiriye ku şer di navbera DAİŞ û şervanên Kurd de berdewam be.’‘
Basnews
