“Amerîka di şerê DAIŞê de tenê Kurdistanê diparêze”
Ajansa Farsnewsê ya îranî ku nêzîkî pasdaran e, di nivîsekê de ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye nivîsandin, diyar kir ku her çiqas di destê Amerîka de çekên pêşketî û agahiyên hûr heye lê heta niha tenê alîkariya Kurdistanê kiriye û Bendava Mûsilê ji destê DAIŞê rizgar kiriye.
Farsnewsê aniye ziman ku ew alîkariyên ku Amerîka dide Başûrê Kurdistanê xizmetek ji Kurdan e ku dixwaze ji Iraqê cihê bibin û dewleta xwe ya serbixwe ava bikin.
Wê ajansa îranî her wiha îdia kiriye ku Amerîka ne tenê alîkariya artêşa Iraqê nake belkî balafirên şer ên Amerîka heta niha çend caran li milîsên şîe û hêzên Iraqê dane.
Farsnews ku nêzîkî Pasdaran e, fermandeyê hêza Quds a pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û fermandeyê operasyonên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, John Allen jî daye ber hev û gotiye, Qasim Suleymanî ji bakur heta nîveka Iraqê li kêleka milîsên şîe û artêşa Iraqê heta bi Kurdan re jî li dijî DAIŞê şer kiriye ji ber wê jî hemû dinya û gelê Iraqê wî mîna “lehengekî” rizgariya Iraqê nas dikin.
Li ser John Allen jî wê ajansê wiha nivîsandiye: Ew generalê amerîkî yê xanenişînkirî ku fermandehiya hevpeymaniya lerzok a Washingtonê dike derfetên çekdarî, siyasî, medyayî û darayiyên ku li ber destê wî hene ji yên Qasim Suleymanî pir zêdetir e lê qet mirov nikare wan her du kesan bide ber hev çimkî fermandeyê hêza Qust jibilî ezmûn, rastbêjî, îman û hezkirina gelê Iraqê tiştekî wî tine lê fermandeyê amerîkî ji van tiştan mehrûm e.
Rudaw
