Helwêsta Sûriyê li ser çûna Pêşmergeyan bo Kobanê
Îro, 30ê Cotmehê, grûpek 10 kesî ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbasî nava bajarê Kobanê bûn, çaverêye ku di demjimêrên bê de ew Pêşmergeyên mayîn, ku hemjara wan 140 kesin ligel çekên xwe yên sivik û giran derbasî nava bajarê Kobanê bibin.
Herwiha duh, 29ê Cotmehê, grûpek 200 kesî ji Artêşa Azad a Sûriyê derbasî nava bajarê Kobanê bûn, bi fermandariya Ebdulcebar Igêdî, wê hêzê jî çekên sivik û navend bi xwe re anîne, da ku ligel şervanên Kurd rûbirûyê çekdarên DAIŞê bibin.
Her du hêz jî ji aliyê Tirkiyê ve di rêya deriyê sînorî yê Murşit Pinarê re derbasî nava bajarê Kobanê bûn, vê yekê jî kir ku desthilatên Sûriyê biryara rêdan bo derbasbûna wan hêzan ji aliyê Tirkiyê ve, bi tundî şermezar bike.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ay Sûriyê de hatiye: “Carek din Tirkiyê tekez li ser rastiya rola xwe ya pilangirî û nêtên xwe yên veşartî û destêwerdana xwe di karûbarên Sûriyê de dike, bi rêya binpêkirina sînor li devera Eyn el–Ereb (Kobanê), ku rê daye hêzên biyanî û terorîstan, yên ku li ser axa wê dimînin, da derbasî Sûriyê bibin, ev yek jî binpêkirineke aşkere ye ji serweriya Sûriyê û pirensîpên Neteweyên Yekbûyî û yasay navdewletî.”
Sûriyê carek din Tirkiyê bi alîkarîkirina terorê û rêxistinên “DAIŞ û Cebhet el–Nusre” tohmetbar kir û wek nimûneyekê jî aniye ziman ku “Tirkiyê rê neda welatiyên Sûriyê ji şêniyên Eyn el–Ereb, yên li ser axa wê, ku bi hawara birayên xwe ve biçin û bergiriyê li bajarê xwe bikin di rûbirûbûna tawanên rêxistina DAIŞ ya terorîst.”
Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniye xwe de dibêje jî: “Komara Erebî ya Sûrî carek din li ser piştgiriya welatiyên xwe li Eyn el–Ereb tekez dike, herwiha dê berdewam be li ser piştgiriya wan ya qerhmane û parastina yekîtiya ax û gelê Sûriyê.”
Basnews
