Şandeke Yekîtiya Ewropayê serdana Kurdistanê dike
Di vê derbarê de Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ji BasNewsê re got: ‘’Mebesta serdana şanda Ewropayê bo Kurdistanê ew e ku rewşa şerê dijî DAİŞ’ê ji nêzîk ve bibîne ku îro ji dêlva Ewropa û cîhanê ve Pêşmergeyên Kurdistanê şerê DAİŞ’ê dikin. Wate hem şerê DAÎŞê dikin û hem jî koçberan bi xwedî dikin û diparêzin.’‘
Ajgeyî da zanîn kuu şanda Yekîtiya Ewropayê wê têkeliyên xwe ligel Kurdistanê bihêztir bike û liser rewşa dawîn, jiyan û rewşa koçberan, têkeliyên Hewlêr û Begdayê ligel berpirsên Kurdistanê gotûbê bikin.
Hêjayê gotinê ye şanda Yekîtiya Ewropayê dê bi serpereştiya Rêvebirê Giştî yê Beşa Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn Hugues Mingarelli û endamtiya Kordînatorê Dijî Terorê li Yekîtiya Ewropayê Gilles de Kerchove û hinek berpirsên din be.
Rudaw
