TEV-DEM: Divê di nav du mehan de biryarên Rêkeftina Dihokê bikevin pratîkê
Aldar Xelîl derbarê dema cîbicîkirina Rêkeftina Hewlêrê de got, wê di nava 2 rojên pêş de civînek di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û TEV-DEMê de were lidarxistin û Komîteya Parastinê, Komîteya Beşdarbûna Rêveberiya Xweser û Komîteya Lêvegera Siyasî werin avakirin.
Aldar Xelîl ji malpereke nêzîkî PYDê ve ragihandiye ku li gor Rêkeftina Dihokê, wê lêvegereke siyasî ya Kurd were avakirin, 9 partiyên ENKSê di nava rêveberiya xweser de cihê xwe bigirin û ya sêyemîn jî wê komîteyeke hevbeş bê avakirin ji bo ligel YPGê hêzeke hevbeş were avakirin.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMê herwiha got, biryarên ku ji vir û şûn ve li Rojavayê Kurdistanê bên girtin wê ji aliyê herdu encûmenan ve bên standin.
Aldar Xelîl bal kişand ser vê yekê ku ev yekîtiya ku hatiye avakirin û biryarên ku hatine girtin, pêwîst e di nava herdu mehên bê de bi tevahî bên cîbicîkirin.
Rudaw
