Sineyên Iraqê nerazî ne Amerîka binkeyan li Kurdistanê veke
Li ser vekirina binkeyên leşkeri yên Amerîka li Kurdistanê, Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî ji BasNew’ê re ragehand ku “ Hizra vekirina binkeyên leşkerî yên Amerîka li Herêma Kurdistanê heye. Ev hizir piştî êrîşên DAIŞ’ê li Iraqê derket holê û niha gotûbêj berdewamin. Lê heta niha biryar nehetiye dayin.
Pêkhateyên Sinne yên Parlementoya Iraqê dijatiye vekirina binkeyên leşkeri dike.”
Endamê hevpeymaniya Sinne Abdulrehman Weyzî ragehand ku, vekirina binkeyên leşkeri yên Amerîka li Kurdistanê binpêkirina serweriya Iraq’ê ye.
Parlamenterê Kurd yê Iraqê Rênas Cano ji BasNews’ê re diyar kir ku “ Hizra vekirina binkeyên leşkerî yên Amerîka li Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê de hatiye pêk anîn, derketiye. Ev ne li derveyî yasayan û dijî desturê ye û ji bo vekirina van binkeyan pêwîst nake pirs ji Bexdad were kirin.”
Basnews
