• Monday, 16 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî diçe Parlamentoya Ewropayê

Gulan Media October 30, 2014 Nûçe
Mesrûr Barzanî diçe Parlamentoya Ewropayê
Biryar e Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja sêşemba (04.11.2014) dahatû biçe Bruksela paytexta Belçîkayê û li Parlamentoya Ewropayê gotarekê pêşkêş bike.

Tê çaverêkirin ku Mesrûr Barzanî li ber Komisyona Karûbarê Derve ya Yekîtiya Ewropayê behsa rûbirûbûna Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî çekdarên DAİŞ’ê de bike û herwiha balê bikşîne ser wan çek, teqemenî û pêdiviyên leşkerî ku pêwistiya Hêzên Pêşmerge pê heye di şerê DAİŞ’ê de.

Çendîn welatên Ewropayê bi çek û pêdiviyên leşkerî alîkariya Hêzên Pêşmerge kirine û çendîn welatan jî dest bi perwerdekirina Hêzên Pêşmerge kirine di warê leşkerî de. Berî niha jî Mesrûr Barzanî rolekî girîng dîtibû di razîkirina welatên Ewropayê de daku çekên giran bidin Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê DAİŞ’ê de.

Demekê berî niha Barzanî ji govara New Yorker a Amerîkî re gotibû: ‘’İraq tenê di xeyala wan kesan de maye ku li Koşka Spî kar dikin. Pêdiviya me bi yasayên me bi xwe heye, pêdiviya me bi rolê me bi xwe heye, pêwistiya me bi hebûna welatê me bi xwe heye, em ber bi vêna gavan diavêjin û em dê bidest bixin.’‘

Barzanî herwiha gotibû: ‘’Amerîka di rabirdû de rê li Kurdan girt ku çekên modern ên cîhanê bidest bixin. Tu çekên me yên nû nebûn, tenê çekên me yên kelaşînkof hebûn, ku dîroka çêkirina wan vedigere salên heftêyî. Amerîka bi hîç awayekî çek nedane me, herwiha dibû rêgir jî ku em hewl bidin wan çekên nû û modern bidest bixin.’‘

Basnews
Top