• Monday, 16 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge gihîştin nêzîkî Kobanî û amadene ku derbas bibin

Gulan Media October 30, 2014 Nûçe
Hêzên Pêşmerge gihîştin nêzîkî Kobanî û amadene ku derbas bibin
Hêzên Pêşmerge yên ku bi riya bejayî çûn Bakurê Kurdistanê, vê sibehê gihîştin ba wan Pêşmergeyên ku bi riya asman çûbûn û niha herdu hêz li nêzîkî sînorê Kobanî di rewşa amadebaşiyê de ne.

Peyamnêrê Rûdawê Imer Kalo ji ser sînorê Kobanî ragihand ku, "Vê sibehê ew hêza bejayî ligel çekên xwe gihîştin wê navenda ku Hêzên Pêşmerge li wir li benda wan bûn û niha jî hemû amade ne ku derbasî Kobanî bibin."

Imer Kalo da zanîn ku, "Niha Hêzên Pêşmerge tenê 7-8 km ji Kobanî dûrin, lê dema derbasbûna wan nediyare ji ber ku ew yek leşkerî ye."

Peyamnêrê Rûdawê wiha got: "Xelk û penaberên Kobanî niha li ser sînor in û li hêviya derbasbûna Hêzên Pêşmerge ne."

Li gorî agahiyên ki ketine destê peyamnêrê Rûdawê, piştî hatina Hêzên Pêşmerge, çekdarên DAIŞê êrişên xwe li ser şervanên YPGê tundtir kirine û hewl didin sînorê Bakurê Kurdistanê bixin destê xwe, lê ew şervan bersiva wan didin.

Kalo da zanîn ku, "Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî niha li ser Kobanî difirin û herî dawî vê sibehê seat 06:30 li çeperên DAIŞê dan û niha jî şer di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de berdewam e."

Derbarê çûna şervanên Artêşa Azad bo Kobanê, peyamnêrê Rûdawê tekez kir ku, 43 şervanên wan derbas bûne û rasterat tevlî şerê li dijî DAIŞê bûne.

Rudaw
Top