Wezîr Dadê: Îdiayên mirina Ocalan ne rast in
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag îdiayên mirana Ebdulah Ocalan li ser hesabe xwe yê twittere derewand.
Bozdag got, “Agahiyên di derheqê mirîna Ebdulah Ocalan de ne rastin û ew agahî provakatîf in”
Şêwirmendê Wezîr Bozdag jî îdiayên mirîna Ocalan derewand û got, “Agahiyên derheqê mirîna Ocalan de derew in û mebesta wan kesên ku van agahiyan belav dikin tevlihevî ye.”
Duhî li ser medayaya civakî hatibû îdiakirin Ocalam mirî ye. Kesên ku ev îdiakirin gotibûn Ocalan saet 15.55li Imraliyê mirî ye û xwişka wî jî çûye Imaraliye.
Agahiyên ji aliyê ajansa “Zirve Haberê” li ser Twitter û Facebookê hatibû weşandin gelek kesan jî parve kirine.
Rudaw
