´´Kobanê berxwedana hemû mirovahiyê ye´´
Çalakvanê siyasî , Arî Herkî ji Xendanê re ragihand: Silvya jinekî Îtalî ye li gel hezaran kes eve zêdetir li 40 roje bo pişevaniyê YPG hatiye ser sînorê navbera Kobanê û bajarê Pirsûsê li bakûrê Kurdistanê.
Herkî dibêje: Ew jina Îtalî gotiye (ez ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê hatime, çûnkî şervanên YPG û YPJ ji bo parastina şeref û nirxê mirovatiyê şer dikin.)
Li gor gotina navborî: Silvya Tedêskî dibêje, “Ez binavê Îtalya li virim wz weku mirovek li virim çûnkî berxwedana Kobanê berxwedana tevahiya mirovahiyêye.”
Ew jina Îtalî amaje bi wê yekê jî dike ku, her kesê ku xwe bi mirov bizane pêwîste piştevaniyê li berxwedana Kobanê bike.
Xendan
