Hêzên Pêşmerge di pêşwaziya germa Kurdên Bakûr de gihîjte sînorê Kobanê
Piştî ku hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bi fermana Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û bi biryara parlemana Kurdistanê xwe amade kir, da ku bo alîkariya berxwedana bergirîkarên Kobanê û hêzên YPGê berev Kobanê biçe, duh piştî nîvro berev Bakûrê Kurdistanê ve kevte rê.
Beşek ji Hêzên pêşmerge bi rêya bejayî berev sînorê Îbrahîm Xelîl a li ser sînorê Zaxo û Silopî birêkevtin û duh derengiya şevê ji sînorê derbas bûn. Beşek din jî bi rêya firokeyeke taybet ji firokexaneya navdewletiya Hewlêrê berev firokexaneya Rihayê li Bakûrê Kurdistanê ve çûn û piştî mawayeke kêm gihîjtine Rihayê û berev sînorê Kobanê û bajarokê Pirsusê birêkevtin.
Ew hêza pêşmerge ku bi rêya bejayî derbasî sînorê Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bû, li ser rêya xwe bi ser çend bajarên Bakûrê Kurdistanê de derbas bû û ji aliyê Kurdên Bakûr ve bi awayeke gelek germ û balkêş hate pêşwazîkirin. Kurdên Bakûr li Silopî, Mêrdîn, Nuseybîn, Riha û Pirsus û bajar û bajarokên din bi germî pêşwazî li Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê kirin û bi sloganan bi xêr hatina wan kirin.
Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê çekên giran û nîw giran weke katiyoşa, hawen, top û duşka û topxane û cebilxaneyek mezin bi xwe re birine.
Tê çaverêkirin ku di demeke kêm a nêzîk de Pêşmerge derbasî Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bibe û di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya xwûşk û birayên xwe yên YPGê bike.
