• Monday, 16 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge gihîştin Pirsûsê

Gulan Media October 29, 2014 Nûçe
Hêzên Pêşmerge gihîştin Pirsûsê
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yê diçin Kobaniyê ji Balafirgehan Navneteweyî ya Hewlêrê rê ketin çûn Rihayê û ji wê derê jî niha bi otobusan gihiştinê Pirsûsê.

Peyamnerê Rûdawê yê li Pirsûsê ragihand ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên ji Hewlêrê bi balafiran rê ketin gihîştine Pirsêsê.

Di dimenan de tê xuyandin ku moralê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bilind e.

Herwiha di dimenan de tê xuyakirin ku hemû pêşmergeyan cil û bergên kurdî wergirtine.

Hêzên Pêşmergê ji bo piştevaniya Kobaniya ku 40 roj in rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) dorpêç kiriye ji Pirsûsê dê derbasî Kobaniyê bibin.

Rudaw
Top