Pêşmerge bi çekên giran berev Kobanê di rêdaye
Li gor zanyariyan, ew hêza pêşmerge ku ber bi Kobanê ve birêkevtiye, ser bi hêza piştîvaniya wezareta pêşmerge ve ye û çekên giran û nîvgiran bi wan re ye. Hêza Pêşmerge dê bi rêya dergehê sînoriyê Îbrahîm Xelîl a ser sînorê Başûr û Bakûrê Kurdistanê derbasî Silopîyê bibe û piştre bi rêya bejayî berev Kobanê biçe.
Li gor zanyariyên ji wezareta pêşmerge ve, hejmara ev hêza taybetiya pêşmerge 155 kese û beşek ji wan bi rêya bejayî û beşek jî dê bi rêya esmanî berev sînorê Bakûrê Kurdistanê û Kobanê ve bihên şandin.
Her îro sêşembe, birêveberê ragihandin û hoşyariya wezareta pêşmerge Helgurd Hikmet ragihand, ku Tirkiye li ser çûna pêşmerge bo Kobanê û derbasbûna hêzên pêşmerge li ser xaka xwe razî bûye.
Helgurd Hikmet got:´´ helwêsta Tirkiyê bo razîbûna çûna pêşmerge li ser xaka xwe bo Kobanê erênî ye û ew amadeyê hevkariyê ne. Li hember de helwêsta PYDê jî bo pêşwazîkirina hêzên me bo hevkariya birayên xwe li Kobanê jî, erênî ye.´´
Helgurd Hikmet di hevpeyvînekê de ligel kanala CNN a Amerîkayî jî amaje bi ewê çendê daye, ku ew çekên ku pêşmerge bi xwe re dibin Kobanê, çekên wezareta pêşmerge ne, nek çekên hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê.
Dihê çaverêkirin, ku heta demek din hêza Pêşmerge bigihîje dergehê sînoriyê Îbrahîm Xelîl.
Wek dihê zanîn, ku Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bo hevkarî û bi deng ve çûna bergirîkarên Kobanê, biryara şandina hêzeke Pêşmerge bo Kobanê da û ji parlemana Kurdistanê daxwaz kir, ku biryara şandina pêşmerge bo Kobanê pesend bike û parlemana Kurdistanê jî di kombûnekê de bi koma dengan ev biryar pesend kir.
Ewe 43 rijin ku Kobanê di bin êrişên dijwarên DAIŞê de ye û berxwedana Kurdan û hêzên ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî terorîstên DAIŞê berdewame. Berxwedana Kobanê û qehremaniya bergirîkarên wê, niha li tevayê cîhanê deng vedaye û weke sembola berxwedaniyê û şerê li dijî terorê û cîhana tarî hatiye naskirin.
