Almanî li dijî selefiyan xwepîşandan kirin
Xelkê Almanyayê li dijî selefiyên vê welatî xwepîşandanek organîze kir.
Duh li bajarê Koln ya Almanyayê xelkê Almanya bo mehkûm kirina tevger û tîmên selefî xwepîşandaneke girseyî li dar xist.
Her çend di dema xwepîşandanê de şer û pevçûn di navbera polîs û xwepîşanderan de qewmî û çend kes jî birîndar bûn, lêbelê xwepîşandan heta dawî dom kir û welatiyên xwepîşander daxwaz ji hikûmetê kirin daku tedbîrên ewlekarî yên tund li dijî selefiyan bistîne.
