• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li cîgirê sekreterê giştiyê NY kir

Gulan Media October 29, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li cîgirê sekreterê giştiyê NY kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duh roja sêşemiyê 28.10.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Yan Îlyason cîgirê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (YN) û şandeya pê re ku, ji Nîkolay Mîladînov nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê NY bo karûbarên Îraqê û hijmareke berpirsên NY pêkhatibû, kir.

Di civînekê de, Îliyason behsa pêşkeftinên herêma Kurdistanê kir û got ku, her dema mirov digehe herêma Kurdistanê û wan dîmenan dibîne ew pêşketin û pêşveçûn dikevin berçavan, bala mirovî dikêşîne û ev yek cîyê çanaziyê ye. Wî bi navê NY û civaka navdewletî sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, pêşwazî li yek milyon û pêncsed hezar penaber û koçberan kiriye, di heman demê de sersaxiyên xwe û yên NY pêşkeşî malbat û kesûkarên şehîdên pêşmerge kir û got ku, pêşmerge biwêrane şerê dijî terorê dike û hemû destxweşî û sipasiya li pêşmerge dikin.

Şerê dijî terorê, rewşa Kobanî û hinartina hêza piştevaniya pêşmerge bo wî bajarî û hewildana ji bo paqijkirina hemû deverên Îraqê ji terorîstên DAÎŞ mijaêrn din yên civînê bûn û tekîd li wê yekê hate kirin ku, pirsgirêk bi tenê bi rêya serbazî û bi rêya bikaranîna hêzê çareser nabe, lê digel rêyên serbazî divê di çarçoveya pirosesa siyasî de bi rêyên siyasî xebat ji bo çareserkirina pirsgirêkan li Îraqê bê dan û pirosesa siyasî bi awayekî bikeve ser rê ku, hemû pêkhate tê de hevbeş bin û nûneratiya hemûyan bike.

Her di vê çarçoveyê de cîgirê sekreterê giştiyê NY rola herêma Kurdistanê di pirosesa siyasiya Îraqê de bilind nirxand û beşdarîkirina herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de bi giringî û karîger wesif kir û got ku, hebûna îraqeke aram ji bo herêma Kurdistanê jî pêwîste.

Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku, herêma Kurdistanê piştgiriyê li hikûmeta Heyder Ebadî dike û dixwaze şansekî bide hikûmetê daku hemû pirs bi rêya diyalogê bên çareser kirin. Barzanî sipasiya rola NY kir ku, di dema pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de rola lihevnêzîkirina Hewlêr û Bexdayê lîst.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê behsa pêşhateyên şerê li dijî terorê kir û got ku, pêşmerge di çeperên pêşîn yê şerê dijî terorê de ye ku, şerekî giran e û pêşmerge li şûna hemû azadîxwazên cîhanê li dijî terorê dicenge. Barzanî dupat kir ku, pêwîstiya herêma Kurdistanê zêdetir bi hevkarî û alîkariyên serbazî û mirovî ji aliyê civaka navdewletî ve heye.

Serokwezîr sipasiya serdana cîgirê sekreterê giştiyê NY û şandeya pê re bo herêma Kurdistanê kir.

Top