• Monday, 16 February 2026
logo

Pêşmergeyan sê rêyên stratejîk li Mûsilê kontrol kirin

Gulan Media October 28, 2014 Nûçe
Pêşmergeyan sê rêyên stratejîk li Mûsilê kontrol kirin
Fermandeyê şervanên Kurd ên Êzdî li parêzgeha Nînewa û parlamenterê berê yê İraqê Mehma Xelîl ragehand ku Hêzên Pêşmerge şervanên Kurd ên Êzdî karîne 3 rêyên stratejîk kontrol bikin, ku navçeyê bi bajarê Mûsilê ve girêdidin.

Mehma Xelî da zanîn ku Hêzên Pêşmerge û şervanên Kurd ên Êzdî rêya Rebîe-Sûriye, Rebîe Telefer û Telefer-Şengal-Mûsilê kontrol kirine ku rêyên herî girîng ên stratejîk in bo parêzgeha Mûsilê.

Xelî behsa planên dahatû jî kir û got: ‘’Planên dahatû rizgarkirina navçeyên rojavayê Mûsilê ne ku qezaya Telefer û Şengalê li xwe digire û divê hikûmeta İraqê bi balefirên şer alîkarî û piştgiriya Hêzên Pêşmerge bike.’‘

Hêjayê gotinê ye di destpêka vê hefteyê de Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke berfire birin ser binke û baregahên çekdarên DAİŞ’ê û karîn çend navçeyên girîng ên sînorê parêzgeha Mûsilê kontrol bikin, ku ew jî nehya Zumar û bîra petrolê ya Eyn Zale bûn, evna jî piştî rizgarkirina nehya Rebîe ya ser sînor tê ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdide.

Basnews
Top