• Monday, 16 February 2026
logo

PDK û PKK ber bi rêkeftineke stratejîk ve diçin

Gulan Media October 28, 2014 Nûçe
PDK û PKK ber bi rêkeftineke stratejîk ve diçin
Piştî rêkeftina vê dawiyê ya PYD ligel aliyên din ên Rojavayê Kurdistanê, ku hinek ji wan nêzîkî PDK ne, corek ji nêzîkbûnê di navbera PDK û PKK jî derketiye û egera rêkeftinek stratejîk jî di navbera her du aliyên navburî de ketiye rojevê de, ji ber ku ji her du aliyan re aşkere bûye ku bêyî hev nikarin gav bidin.

Hefteya bûrî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku nêzîke ji PKK, li ser 3 xalan ligel aliyên din ên Rojavayê Kurdistanê Rêkeftina Dihokê îmze kirin, ew jî di demekê de hat ku rejîma Sûriyê di her du salên bûrî de hewl dabû ku PYD wek karteke guvaşê ji berjewendiyên xwe re li dijî acîndeyên navçeyê bi kar bînê, PYD jî dixwest bi wê rêyê destkefteke mezin û diyar bidest bixe, lê ew hewl bê encam bûn.

Ji bilî wê yekê, ji dema ragihandina kantonên Rojavayê Kurdistanê, ti aliyekî navdewletî ew kanton nedan nasandin û amadeyiya alîkariya wan kantonan jî nedan xuyakirin, lê piştî hatina Hevserokê PYD Salih Mislim bo Herêma Kurdistanê û rêkeftina partiya wî ligel aliyên din ên Rojava bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hevkêşe bi aliyekî din ve hat guhertin û destkeftên berçav bo Kobanê û Rojavayê Kurdistanê hatin bidest xistin.

Li gor zanyariyên BasNewsê, ku ji çavkaniyeke bawerpêkirî bidest xistine, wan bûyerên bûrî wiha kirine ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji hev nêzîk bibin, herwiha wan bûyeran rê jî xweşkirine ji bo lidar xistina Kongreyê Neteweyî yê Kurdî,herwiha corek ji rêkeftineke stratejî di navbera PDK û PKK de di rojevê de ye.

Derbarê helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî li ser wê pirsê, di nêrîna serkirdeyekî PDK de, ku nexwest navê wî bê aşkere kirin, helwesta cuda ya YNK dê girîngiyeke wê ya berçav li ser PKK û PDK nebe, ji ber ku ew a ku li meydana siyasî ya Rojavayê Kurdistanê hebûna wê heye PDK û PKK ye, ew rêkeftin jî dê bandorê bike li ser yekgotara Kurdî li hemû aliyên Kurdistanê.

Endamê Serkirdatiya PDK Ehmed Kanî ji BasNewsê re tekez kir ku, rêkeftina PYD û aliyên din ên Rojavayê Kurdistanê dê bandoreke wê ya baş hebe li ser peywendiyên PDK û PKK, herwiha derdikeve ku ew rêxistina nav mala Kurdî ye li hemû aliyên Kurdistanê û amadekariyeke temam ji bo girêdana Kongreyê Neteweyî yê Kurdî dike.

Ji aliyê xwe, Endamê Komîteya Peywndiyên Derve ya PYD Şêrzad Yezîdî ji BasNewsê re got: “Bêguman Rêkeftina Dihokê mizgîniyeke ji bo bihêzkirina yekrêziya nav mala Kurdî, ne bi tenê li Rojavayê Kurdistanê, lê dê bandoreke wê ya baş li ser hemû aliyên din ên Kurdistanê hebe.”

Şêrzad Yezîdî diyar kir jî ku “Di daxuyaniya dawî ya rêkeftinê de, aliyan daxwaz ji Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku piştgiriya yekrêziya nav mala Kurdî li her çar aliyên Kurdistanê bikin.”

Lê Endamê Serkirdatiya PDK Elî Ewnî da zanîn ku “Eger PYD ew rêkeftin bi agahî û biryara PKK kiribe, bê guman dê bandoreke baş bike li ser peywedniyên wê ligel PDK û dose û arîşeyên Rojava jî, lê eger ew bi birayar PYD be û bêyî veger li PKK, dê ew bandora wê ya çavlirêkirî nebe.”


Basnews
Top