• Monday, 16 February 2026
logo

Hevseroka PYD: Nêzîk de, emê mizgîniyê bidin

Gulan Media October 28, 2014 Nûçe
Hevseroka PYD: Nêzîk de, emê mizgîniyê bidin


Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD'ê Asya Ebdulah ragihand ku li Kobanê berxwedaneke mezin tê nîşandan û teqez kir ku ewêdi demeke nêz de mizgîniya azadiya Kobanê bidin, her weha Ebdula bersiva Erdogan jî da û got: “Kobanê her tim bajarekî Kurdan bûye.”

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdulah, ji nava berxwedana Kobanê bi rêya telefonê ji nobedarên berxwedanê yên li gundê Mehser ê li Pirsûsê re axivî. Asya Ebdulah ku ji telefona Endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca ji welatiyan re axivî, nobedarên berxwedanê silav kir.

Asya Ebdulah got: "Çeteyên DAIŞ'ê yên li pêşberî berxwedana YPG,YPJ'ê zehmetiyan dikşînin, bi hilweşandin û şewitandina malan tolê hiltînin. Lê belê ti êrîşan wan wê bi ser nekevin. Serketin wê ya gelên berxwedêr be, serketin wê ya me be."

Ebdullah nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ku gotibû “Kobanê bajarekî Ereban e” da û weha got: "Bila her kes sînorê xwe bizanibe." Ebdûllah destnîşan kir ku Kobanê her tim bajarekî Kurdan bûye.”

Xendan : ANF
Top