Erdogan: Min negotiye Kobanî bajarekî erebî ye
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan çend roj berê dema ji Estonyayê vedigeriya Tirkiyeyê di nav balafirê de ji rojnamevanan re gotibû, Kobanî bajarê Kurdan nîne ji ber ku navê erebî ye û ti pêwendiyeke wê deverên bi Kurdan re tine.
Vê gotina Erdogan dengek mezin di medyayê û di nav Kurdan de vedabû.
Lê Şêwirmendê Ragihandinê yê Erdogan, Lutfullah Goktaş diyar kir ku gotinên Erdogan hatine berovajîkirin ji ber ku wî negotiye Kobanî bajarekî erebî ye.
Goktaş anî ziman ku Serokomar Erdogan ti ferqekî naxe navbera etnîk û neteweyan ji ber wê jî qet tiştekî wisa li ser Kobanî nabêje tenê gotiye ereb ji Kobanî re dibêjin “Eyin El Ereb”.
Hevseroka PYDê Asya Ebdullah jî bersiva Erdogan dabû û gotibû, Kobanî di dîroka de warê Kurdan bûye û niha jî her warê Kurdan e.
Rudaw
