• Monday, 16 February 2026
logo

Li Bexdayê 27 çekdarên Şîi hatine kuştin

Gulan Media October 28, 2014 Nûçe
Li Bexdayê 27 çekdarên Şîi hatine kuştin
3
Di encama teqînekî li Başûrê Bexdayê de 27 çekdarên şîi hatine kuştin.

Di vê derbarê de jêderên ewlekarî yên li Bexdayê ragehandin ku duh danê êwarê li devera Corfol Sexir ya li Başûrê Bexdayê de terorîsteke xwekuj û xwe tirimbîla xwe ya bombekirî teqandiye.

Di encama teqîna han de ku li taxeke şîiyan de pêk hatiye herî kêm 27 çekdarên şîi hatine kuştin û hijmareke din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve çavkaniyên tendirostî jî dibêjin ku jiber xedar bûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku hijmara kuştiyan hîn zêdetir bibe.
Top