• Monday, 16 February 2026
logo

Zûmar rizgar bû niha jî dora firotina petrola wê ye

Gulan Media October 28, 2014 Nûçe
 Zûmar rizgar bû niha jî dora firotina petrola wê ye
Piştî ku nahiyeya Zûmarê ya Mûsilê ku pir petrol e, bi temamî ket destê Hêzên Pêşmerge, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze petrola wê deverê bifroşe. Lê parlemantarekî Partiya Demokrat a Kurdistanê vê yekê rast nabîne.

Di raporteke heftenameya Rûdawê de, Şêwirmendê Asayîşa Aborî li Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê Dr. Rêbwar Xinsê derbarê petrola Zûmarê de pêşniyar dike ku îdareyekî taybet bi petrola wan navçeyan bê avakirin.

Xinsê wiha got: “Rojavayê çemê Dîclê ku cihekî stratejîk e, jibilî ku rêjeyeke mezin ji gaza srûştî tê de heye, nêzîkî 6-7 milyar bermîl petrola wê jî heye. Lewma min pêşniyar kiriye ku di demeke nêzîk de hikûmeta Herêma Kurdistanê îdareyeke taybet bo wan navçeyan ava bike da ku girîngiyê bi bîrên petrolê li wir bidin.”

Dr. Rêbwar Xinsê wiha domand: “Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê bi Bexdayê re rûnê û vê yekê çareser bike, her wiha dahata rojane ya bîrên Zûmarê ku milyonek dolar e, bi ser welatiyên navçeyê de belav bike da ku navçeya wan bê avakirin.”

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Desteya Petrola Neynewa (Mûsilê) Beşîr Gergerî ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwazin navçeya wan têkeve ser Herêma Kurdistanê, ji ber ku li gor gotina Gergerî, Hikûmeta Iraqê naxwaze ew navçe di warê petrolê de pêş bikeve.

Derbarê çawaniya hinartina wê petrolê jî, Gergerî wiha got: “Rast e em nikarin petrolê bi riya boriya Kerkûk-Ceyhanê re bişînin lê em bi hêsanî dikarin bi riya Pêşabûr-Tirkiyeyê re wî karî bikin û ji bo vê yekê jî boriya 48 înç amade ye.”

Rêveberê Desteya Petrola Neynewa ragihand ku, ew dikarin di nava mehekê de dest bi hinartina petrolê bikin û di demeke pir nêzîk de berhema wan bîran bibe 20 hezar bermîl di rojekê de.

Çavkaniyekî ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re tekez kir ku, bîrên Sefiye ku li devera Zûmarê ne, tenê 20 km ji Pêşabûrê dûr in û boriya ku wan bi hev girê dide, amade ye.

Heman çavkaniyê derbarê desthilata li ser bikaranîna bîrên devera Zûmarê, bîrên Xurmele û Kormor wek mînak tîne, ku berê ew herdu bîr di bin destê Hikûmeta Bexdayê de bûn, lê niha berhema wan bîran ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê firotin. Emê li Zûmarê jî heman tiştî bikin.

Cîgirê Serokê Komîteya Pîşesaziyê û Enerjiyê di Parlamentoya Kurdistanê de Dilşad Şeiban ne ligel wê yekê ye ku petrola Zûmarê ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve were firotinû wiha dibêje, “Raste ku her cihê ku Hêzên Pêçmerge kontrol bikin careke din jê dernakevin, lê ev yek nayê wê weteyê ku dema em biçin her navçeyekê em rasterast dest bi firotina petrola wê derê bikin.”

Tê gotin li Zûmarê 7 milyar bermîl petrol heye û bîrên wê navçeyê ku hejmaran wan 91 bîr in bi ser 3 navçeyan de hatine parvekirin: Sefiye, Eynzale û Betme.

Bajarokê Zûmarê yê Mûsilê çend roj berê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve ji destê DAIŞê hatibû derxistin.

Rudaw
Top