Rewşa dawî li Kobanî: Şer berdewam e, balafir jî li DAIŞê didin
Li gorî agahiyên Rûdawê, Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li rojavayê Kobanî di operasyonekê de li çeperên DAIŞê dan.
Li rojhilatê bajêr li nêzkî taxa Pêşesaziyê, şer û pevçûnên giran di navbera şervanên kurd û çekdarên DAIŞê de heye.
Tevî ku biryar bû roja yekşemê Hêzên Pêşmerge çûbana Kobanî lê çûyîna wan hat paşxistin û biryar e îşev saet 01:00 bi çekên giran biçin wî bajarî û ligel şervanên kurd şerê DAIŞê bikin.
Rudaw
