• Monday, 16 February 2026
logo

Wezîrê Pêşmerge: Jiber helwêsta Tirkiyê hêşta Pêşmergeyek jî neçûye Kobanê

Gulan Media October 28, 2014 Nûçe
Wezîrê Pêşmerge: Jiber helwêsta Tirkiyê hêşta Pêşmergeyek jî neçûye Kobanê
Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ragihand, ku hêşta hîç pêşmergeyek neçûye Kobanê.


Wezîrê Pêşmerge yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir do bo bersivdana pirsyarên komîteya parlemaniya bo karûberên Pêşmerge, serdana parlemana Kurdistanê kir.

Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir derbarê şandina hêzên Pêşmerge bo Kobanê ragihand:´´ em pabendî şandina hêz bo Kobanê ne, lê em li benda helwêsta Tirkiyê dikin û her ji ber wê yekê bûye ku heta niha me ti hêzek neşandiye Rojavayê Kurdistanê.´´

Hefteya bihorî Mesûd Barzanî serokê Heêrma Kurdistanê biryara şandina hêzeke Pêşmerge bo Kobanê da û ji bo pêkanîna biryarê jî daxwazek arasteyê parlemana Kurdistanê kir û tê de daxwaza razîbûna parlemana Kurdistanê li ser birayara şandina hêza Pêşmerge bo Kobanê kir ku parlemana Kurdistanê jî di kombûnekê de bi koma dengan ew biryar pesend kir.

Dihat çaverêkirin, ku ew hêza Pêşmerge zûtir bigihîje Kobanê û di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya şervanên YPGê bike, lê Tirkiye helwêstek zelal nîşan nedaye û razîbûna xwe li ser wê mijarê, mercdar kiriye. Tirkiye dixwaze , hejmareke zêde ya çekdarên Artêşa Azada Suriyê, bi qasî hezar heta hezar û 300 kesan derbasî nava Kobanê bibe û ligel wê jî tenê rê dide ku 150 Pêşmerge derbasî Kobanê bibin.

Top