• Monday, 16 February 2026
logo

Fermandarê YPG: Çekên giran bişînin emê DAIŞ bişkînin

Gulan Media October 28, 2014 Nûçe
Fermandarê YPG: Çekên giran bişînin emê DAIŞ bişkînin

Fermandarê giştî yê YPG’ê, Sîpan Hemo ragihand ku, pêwîstiya hêzên YPG’ê yên li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer dikin bi çekên giran heye û divê hêzên navneteweyî çekên pêwîst ji bo hêzên YPG’ê bişînin.

Sîpan Hemo di hevpeyvînekê li gel kanala Ronahî diyar kir ku êdî hêviya çekdarên DAIŞ a ji bo serkeftinê li Kobanê hatine şikandin.

Hemo destnîşan kir ku desteka êrişên asmanî ya hêzên navneteweyî girîng e û diyar kir ku lê ev alîkarî dereng maye.

Fermandarê giştiyê YPG got: Ji bo em bikarin DAIŞ’ê bi temamî bişkînin û ji herêmê derbixin, mixabin çekên pêwîst tune ne. Hêzên navneteweyî divê çekên giran ên pêwîst ji YPG’ê re bişînin.

Li dawiya axaftina xwe de Sîpan Hemo ji bo şandina çekên giran bo YPG diyar kir ku, divê dewleta Tirk li pêşiya vê yekê nebe asteng.

Xendan
Top