• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Kirmaşanê dijberên DAIŞê di bin gefa kuştinê de ne

Gulan Media October 27, 2014 Nûçe
Li Kirmaşanê dijberên DAIŞê di bin gefa kuştinê de ne
Hat gotin ku li bajarê Serpêla Zehawê ya girêdayî parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê, komek çekdar mala welatiykeî kurd ku tevlî çalakiyên piştgiriya Kobanî bibû, dane ber gulleyan û gefa kuştinê lê xwarine.


Li gorî malprea KurdPa, duh li bajarê Serpêla Zehawê ya Kirmaşanê mala welatiyekî kurd ku beriya niha tevlî çalakiyên piştgiriya Kobanî bibû, rastî êrişa çekdarî hat.


Li gorî agahiyan, derdora 50 fîşekan li xaniyê wî welatiyên kurd û otomobîla wî ketibûn lê di bûyerê de tiştek bi endamên malbatê nehatibû.


Li gorî malperê, yek ji endamên wê malbatê gotiye, çend roj berê ew tevlî çalakiyeke piştgiriya Kobanî bûne ji ber wê î rastî vê êrişê hatine.


Tê gotin alîgir û endamên DAIŞê wan kesên ku tevlî çalakiyên protestokirina DAIŞê yan jî piştgiriya Kobanî û Şingalê dibin, wek “kafir” dibînin û gefa kuştinê li wan dixwen.

Rudaw
Top