• Sunday, 15 February 2026
logo

Hevseroka PYDê bersiva Erdogan da: Kobanî warê Kurdan e

Gulan Media October 27, 2014 Nûçe
Hevseroka PYDê bersiva Erdogan da: Kobanî warê Kurdan e
Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah, bersiva Erdogan da û got, Kobanî di dîrokê de bajarê warê Kurdan bûye û niha jî warê Kurdan e. Asya Ebdullah her wiha got, di demek nêzîk de mizganiya rizgariya Kobanî dê bidin gelê kurd.

Hevserokê PYDê Asya Ebdullah, bi telefonê ji kesên ku li ser sînorê Kobanî û Bakurê Kurdistanê kom bûne û nobedariya sînor dikin re axivî û ragihand, berxwedanek mezin li Kobanî li dijî DAIŞê heye lê ew dê “di demek nêzîk de” mizginiya rizgarkirina Kobanî bidin.

Asya Ebdullah ku bi telefona parlamentera berê ya Ewropayê Feleknas Ûca ji gel re daxivî, diyar kir ku şervanên YPGê ji çalakiyên Kurdan ên piştgiriya Kobanî hêz û moral digirin.

Ebdullah da zanîn ku çekdarên DAIŞê li hember şervanên YPG û YPJê tengav bûne lewma hêrsa xwe bi şewitandina malan nîşan didin.

Hevseroka Abdullah li dijî gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû “Kobanî bajarekî ereban e” bi tundî nerazîbûn nîşan da û got, bila Erdogan heddê xwe bizane çimkî Kobanî di dîrokê de warê Kurdan bûye û niha jî warê Kurdan e.

Rudaw
Top