• Sunday, 15 February 2026
logo

Derbo: DAİŞ li nav Şengalê şikestiye û em ji êrîşê re amade ne

Gulan Media October 27, 2014 Nûçe
Derbo: DAİŞ li nav Şengalê şikestiye û em ji êrîşê re amade ne
Fermandeyê Pêşmergeyên Kurdistanê li çiyayê Şengalê Qasim Derbo ragehand ku ji bo rizgarkirina Şengalê ji destê çekdarê DAİŞ’ê planên baş danîne û got: ‘’Ti hêz û şiyana çekdarên DAİŞ’ê nemaye ku êrîş bikin.’‘

Derbarê rewşa Şengalê de Qasim Derbo ji BasNewsê re axifî û got: ‘’Piştî ku nehya Zumar ji çekdarên DAİŞ’ê hat paqijkirin, DAİŞ li nav qezaya Şengalê şikestiye û ew hêza wan nemaye ku êrîş bikin, herwiha planên baş hene bo rizgarkirina Şengalê.’‘

Derbo da zanîn ku di vê dema dawî de ji bo bighin çiyayê Şengalê çekdarên DAİŞ’ê çendîn êrîş anîne ser çeperên Pêşmergeyan û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Lê belê Pêşmergeyên Kurdistanê bi çekên giran rûbirûyê wan bûn û êrîşên wan vala hatin derxistin. Herwiha em ji êrîşkirinê re amade ne bo rizgarkirina Şengalê û hêzên me di amadebaşiyê de ne.’‘

Hêjayê gotinê ye Hêzên Pêşmerge pêrê (25.102014) bi tevahî nehya Zumar a ser bi Mûsilê kontrol kirin û 10 kîlometre li derveyê nehyeyê Pêşmerge ketine çeperan. Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî doh gotibû ku azadkirina Zumar xaleke girîng e ji bo rizgarkirina Şengalê.

Basnews
Top