• Sunday, 15 February 2026
logo

Rojava û Bakur 4 şehîd dan Zûmarê

Gulan Media October 27, 2014 Nûçe
Rojava û Bakur 4 şehîd dan Zûmarê
Di operasyona kontrolkirina Zûmarê û 13 gundên derdora wê de, 3 pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û pêşmergeyekî Bakur jî şehîd ketin.


Navên wan şehîdan jî ev in, Loristan Elî Yusuf, Ehmed Seîd Osman û Mihemed Kemal, ku li Dihokê hatin veşartin.


Herwiha di operasyona duhî de pêşmergeyekî Bakurê Kurdistanê bi navê Neqîb Ekrem şehîd bibû û li Zaxoyê hat veşartin.


Birayê şehîd Ehmed Seîd, ku ew jî tevlî Hêzên Pêşmerge bûye, wiha got: “Sibe ezê biçim şûna birayê xwe û rajim çeka wî û şer bikim. Em bi birayê xwe yê şehîd serbilind in.”


Hêza Pêşmergeyên Rojava ji 3 fewcan pêk tên ku fewca sêyemîn berî heftyekê hatiye damezrandin û li gorî agahiyên Rûdawê 600 pêşmergeyên Rojava beşdarî şerê Zûmarê bûn.

Rudaw
Top