• Monday, 16 February 2026
logo

Bîlançoya 40 rojî ya şerê Kobanê

Gulan Media October 27, 2014 Nûçe
Bîlançoya 40 rojî ya şerê Kobanê
Bîlançoya şerê ku ev nêzîkî 40 rojî ye li herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê diqewime aşkere bû, ku tê de 815 kes hatine kuştin.

Ji roja 15ê Îlona bûrî ve, çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, ku li seranserê cîhanê bi navê DAIŞ’ê tê naskirin, bi çekên giran û hezaran çekdar êrîş birin ser herêma Kobanê, bi mebesta dagîrkirin wî bajarî, ji wê demê ve jî şer û pevçûnên giran di navbera şervanên Kurd û çekdarên rêxistina navbûrî de berdewam in, bi taybetî piştî ku çekdaran çen tax li rojhilat, başûr û rojavayê Kobanê dagîr kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ku navenda wê London e û zaniyariyên wê yên ku belav dike bûne cihê baweriyê, di daxuyaniyekê de îro 26ê Cotmehê, belav kiriye, ragihand ku, di şerê li Kobanê de 815 kes hatine kuştin, ji wan şervanên Kurd, çekdarên DAIŞê û welatiyên sivîl hene ku hin ji wan bi destê çekdaran hatine serjêkirin.

Li gor bîlançoye ku Rewangeha Sûrî aşkere kiriye, ji 16ê Îlonê ve û heta duh 25ê Cotmehê, 21 welatiyên sivîl ên Kurd li Kobanê şehîd bûne, ji wan 17 welatî bi destê DAIŞê hatine gulebaran kirin, her 4ê din jî çekdaran ew serjêkirine.

Di nava rêzên çekdaran de jî, 481 çekdar hatine kuştin, di nav wan 16 çekdarên xwekuj hebûn ku bi otombîlên bombekirî xwe li nava bajarê Kobanê teqandine, lê ev hejmara han a herî kême ya kuştiyên DAIŞê, ji ber ku ew rêxistin hejmara hûr û temam ya kuştiyên xwe aşkere nake, tevî ku hejmareke zêde ya termên çekdaran hê li nav kolanên bajarê Kobanê bi cih mane.

Ji aliyek din ve, di berxwedana lehengane ya şervanên Kurd li bajarê Kobanê, 302 şervanên Kurd şehîd bûne, di nav wan de serkirdeyek jin ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) heye ku berî niha bi bombeyan êrîşî komek çekdarên DAIŞê kiribû û xwe di nav wan de jî teqandibû.

Di nav ketîbeyên Artêşa Azad de yên ku mil bi milê şervanên Kurd şerê DAIŞê dikin jî 10 kesan canê xwe ji dest dane, herwiha xwebexşekî di nav şervanên Kurd jî şehîd ket di dema ku bo otombîla xwe çek ji şervanan re vediguhestin û otombîla wî ji aliyê çekdaran ve hatibû armanckirin.

Basnews
Top