• Monday, 16 February 2026
logo

“Barzanî amade ye ku biçe li Kobaniyê şer bike”

Gulan Media October 27, 2014 Nûçe
“Barzanî amade ye ku biçe li Kobaniyê şer bike”
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jê re gotiye ku eger were xwestin, ew amade ye ku biçe Kobanî û di eniyên şer de li kêleka şervanên kurd şerê DAIŞê bike.

Hevserokê PYDê Salih Mislim Salih di hevpeyvînekê de ligel televîzyoneke nêzîkî partiya xwe li ser nêzîkbûna Barzanî ji Kobaniyê, diyar dike ku, Barzanî jê re gotiye ku eger were xwestin, ew amade ye ku biçe Kobanî û di eniyên şer de li kêleka şervanên kurd şerê DAIŞê bike.

Herwiha Mislim diyar dike ku li cem Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ti cudahî di navbera Kobanî û Hewlêrê de nîne û Barzanî gotiye herdu bajêr wek hev in.

Di wê hevpeyvînê de, Hevserokê PYDê dibêje ku, Barzanî hêvî dike ku ruh berdewam bike, ku ev jî pêwîstiyeke dîrokî ye.

Mislim balkişand ser wê yekê ku divê danûstandin berdewam bin û her nakokiyek hebe bi riya gotûbêjê were çareserkirin.

Hevserokê PYDê dibêje ku, tiştekî baş e ku Hêzên Pêşmerge diçin Kobanî û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî diçin Til Koçer û Rebîe û li kêleka pêşmerge şerê DAIŞê dikin.

Rudaw
Top