Mesrûr Barzanî: Zumar girîngtirîn xal e bo rizgarkirina Şengalê
Peyamnêrê BasNewsê ji Zumar ragehand ku zêdeyî 20 termên çekdarên DAİŞ’ê li nav Zumar mane û got: ‘’Herwiha zêdeyî 100 otomobîlên Hummer û otomobîlên leşkerî corên din bi bombardimana balefirên şer û topbarana Hêzên Pêşmerge şewitî ne û nayê zanîn hejmara wan çekdarên di nav otomobîlan de çiqas e, ji ber bi tevahî şewitî ne û bûne xwelî.’‘
Herwiha da zanîn ku bi dehan otomobîlên corên Hummer, leşkerî û sivîl ketine destê Pêşmergeyên Kurdistanê û wiha axifî: ‘’Niha 10 kîlometre li derveyê Zumar Pêşmerge di çeperên xwe de ne û berevaniyê li axa Kurdistanê dikin.’‘
Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li Zumar di civîneke çapemeniyê de ragehand ku azadkirina Zumar girîngtirîn xal e bo azadkirina Şengal û navçeyên din ên Kurdistanî.
Ji aliyekî din ve hejmareke welatiyên daniştvanên gundên nêzîkê Zumar jî îro vegeriyan gundên xwe û dixwazin dest bi jiyana xwe ya normal bikin.
Basnews
