• Monday, 16 February 2026
logo

Demîrtaş: Rêkeftina Dihokê dê pirsgirêkên navbera kurdan çareser bike

Gulan Media October 27, 2014 Nûçe
Demîrtaş: Rêkeftina Dihokê dê pirsgirêkên navbera kurdan çareser bike
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahettîn Demîrtaş ragihand ku, “Rêkeftina Dihokê” dê pirsgirêkên di navbera kurdan de çareser bike.


Selahettîn Demîrtaş diyar kir, ku ew “Rêkeftina Dihokê” gellek girîng dibînin û got, eger ew peyman li Rojavayê Kurdistan bi awayekî serkeftî bê bicîkirin, dê pirsgirêkên di navbera kurdan de bi rehetî bên çareserkirin.


Demîrtaş ji çapemeniyê re ragihand ku, “Peymana Dihokê ji bo pirsgirêkên li çar parçeyên Kurdistanê bên derbaskirin jî gelek girîng e, divê kurd pêşiya vê yêkê bernedin û wê peymanê bi cih bînin.”


Hevserokê HDPê tekez kir ku, “Dê peymana Dihokê pêşiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê veke.”


Herwiha Selahettîn Demîrtaş ragihand, piraniya kesên ku di xwepêşandanên Kobanê de li Tirkiyê û Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, kurdin û alîgirê partiya wan in, piraniya wan jî bi destê hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane.

Rudaw
Top