• Monday, 16 February 2026
logo

Di nav çekdarên DAIŞê de şer derket!

Gulan Media October 26, 2014 Nûçe
Di nav çekdarên DAIŞê de şer derket!
Hat zanîn li Sûriyê di nav çekdarên DAIŞê de şer derketiye. Her wiha DAIŞê komek çekdar li Reqyê kom kiriye û dixwaze wan bişîne Iraq û Kobanî.

Li gorî agahiyên ku ji bajarê Reqayê yê Sûriyê, DAIŞê komek çekdarên xwe li wir civandiye û dixwaze wan bişîne Kobanî û Iraqê.

Her wiha hat gotin ku di nav çekdarên DAIŞê de şer derketiye ji ber ku çekdarên sûrî yên DAIŞê naxwazin herin eniyên şer û bar hemû ketiye ser milê çekdarên biyanî yên rêxistinê.

Di nav DAIŞê de ji çekdarên biyanî re dibêjin “muhacirîn”.

Rudaw
Top