Di nav çekdarên DAIŞê de şer derket!
Li gorî agahiyên ku ji bajarê Reqayê yê Sûriyê, DAIŞê komek çekdarên xwe li wir civandiye û dixwaze wan bişîne Kobanî û Iraqê.
Her wiha hat gotin ku di nav çekdarên DAIŞê de şer derketiye ji ber ku çekdarên sûrî yên DAIŞê naxwazin herin eniyên şer û bar hemû ketiye ser milê çekdarên biyanî yên rêxistinê.
Di nav DAIŞê de ji çekdarên biyanî re dibêjin “muhacirîn”.
Rudaw
