• Monday, 16 February 2026
logo

Erdogan: PKK û HDP aştiyê naxwazin ji ber wê jî Ocalan ji wan dilgiran e

Gulan Media October 26, 2014 Nûçe
Erdogan: PKK û HDP aştiyê naxwazin ji ber wê jî Ocalan ji wan dilgiran e
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi çêkirina lîstokan li Kobanî û li ser sînorê Tirkiyeyê tohmetbar kir û ragihand, lê Artêşa Azad dê vê lîstokê xirab bike. Erdogan her wiha îdia kir ku PKK û HDP aştiyê naxwazin ji ber wê jî Ocalan hişyarî daye wan.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, dema ji Estonyayê vedigeriya di nav balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Erdogan li ser rewşa pêvajoya çareseriyê axivî û diyar kir, PKK bi van çalakiyên xwe yên dawiyê nîşan da ku aştiyê naxwaze û dixwaze pêvajoyê asteng bike û wiha axivî: “Dûvika siyasî ya PKKê (HDP) jî aştî û çareseriyê naxwaze.”

Serokomar Erdogan anî ziman ku lê Ocalan ji vê yekê dilgiran bûye û hişyarî daye PKK û HDPê û ji wan re gotiye, “pêvajoya çareseriyê xirab nekin û astengiya dernexin”.

Li ser rewşa Kobanî û şandina hêzên Pêşmerge bo Kobanî û helwesta PYDê jî Erdogan pir berfireh axivî û PYD bi çêkirina lîstokan li Kobanî tohmetbar kir. Erdogan wiha anî ziman:

“Biryar bû 2000 pêşmerge derbasî Kobanî bibin. Destpêkê dê 500 pêşmerge derbas biban paşê yên din biçiyana Kobanî lê PYDê got bila tenê 155 pêşmerge derbasî Kobanî bibin paşê ew jî qebûl nekirin gotin em tenê çekên giran dixwazin. Hikûmeta Bakurê Iraqê jî got emê çekên giran bi Pêşmergeyan re bişînin û dê dîsa wan çekan vegerînin…”

Serokomarê Tirkiyeyê li ser şandina hêzên Artêşa Azad a Sûriyê bo Kobanî jî got, Artêşa Azad eşkere kiriye dê 1300 çekdarên xwe bişîne Kobanî lê PYDê gotiye emê ji wan eniyekî nû vekin. Ev jî nîşan dide ku PYD lîstokan dike lê li gorî min Artêşa Azad dê wê lîstoka PYDê pûç bike.

Li gorî Erdogan, navê Kobanî di rastiyê de “Eyin el Ereb” e ev jî nîşan dide ku Kobanî ne devereke Kurdan e.

Rudaw
Top