• Monday, 16 February 2026
logo

Bazirganên petrola DAIŞê li gor yasaya terorê tên darizandin

Gulan Media October 26, 2014 Nûçe
Bazirganên petrola DAIŞê li gor yasaya terorê tên darizandin
Hikûmet û Parlementoya Kurdistanê rijdin li ser cezakirina wan kesên Kurd ên ku tohmetbarin bi encamdana bazirganiya petrolê ligel rêxistina DAIŞê, bo vê mebestê jî komîteya lêkolînan ya parlementoyê ligel Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya.

Endamê Parlementoya Kurdistanê, Firset Sofî di vê barê de ji BasNewsê re ragihand “Îro, Yekşemê, em ligel Wezîrê Navxwe civiyan, hewleke cidî jî heye bo girtina wan kesan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî cidî ye li ser cezakirina wan.”

Di civînê de, Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî ji komîteya lêkolînan re ragihandiye ku “Li gor yasaya hejmare 4 ya terorê, dê mamele ligel wan kesan were kirin.”

Derbarê hejmara kesên ku di doseya bazirganiya petrolê ligel DAIŞê de hatine girtin, wî parlemeterî diyar kir ku, tevî girtina hejmarek berpirsên pile nizim, hejmarek berpirsên pile bilind jî hatine girtin.

Navburî aşkere kir ku, ji ber silametiya birveçûna lêkolînan, ew ti zanyariyekê li ser kesên ku hatine girtin nadin.

Berî niha Berpirsê Ragihandina Wezareta Pêşmerge, Helgurd Hikmet derbarê wê doseyê de ji BasNewsê re gotibû: “Lêkolîn li ser wan doseyan berdewamin, her kesê tohmeta wî piştrast bibe, dê cezayek tund biser de were sepandin.”

Tevî ku li Herêma Kurdistanê cezaya darvekirinê nîne, lê tenê madeya 4 ji Yasaya Terorê cezaya darvekirinê li xwe vedigire, kesê ku li gor wê madeyê were tawanbarkirin jî dê cezaya darvekirinê li ser were derkirin.

Basnews
Top