• Monday, 16 February 2026
logo

Xwekujekî DAIŞê bi kamyoneke TNTkirî ve hat girtin

Gulan Media October 26, 2014 Nûçe
Xwekujekî DAIŞê bi kamyoneke TNTkirî ve hat girtin
Di navbera bajarokên Kifrî û Xurmatû yên girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê de kamyonek bombekirî hat pûçkirin ku ji bo hêzên Pêşmerge hatibû amadekirin.

Kamyoneke bombekirî ya DAIŞê ku 200 kg TNT tê de hatibû bicihkirin, di navbera bajarokên Kifrî û Xurmatûyê de hat dîtin û pûçkirin.

Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê dixwestin wê kamyonê li nav hêzên Pêşmerge de biteqînin lê hêzên Pêşmerge karîn kamyonê pûç bikin û şofêrê wê jî bigirin.

Pêşmerge dibêjin, wî şofêrî dixwest xwe û kamyonê li nav pêşmergeyan de biteqîne.

Rudaw
Top