• Sunday, 15 February 2026
logo

Bi biryara Barzanî nabe du bira di yek eniya şer de bin

Gulan Media October 26, 2014 Nûçe
Bi biryara Barzanî nabe du bira di yek eniya şer de bin
Serokê Herêma Kurdistanê biryar da ku, nabe êdî du bira di yek demê de beşdarî yek eniya şer bibin.

Di vê derbarê de, Serokê Komîte ya Pêşmerge li Parlementoya Kurdistanê Arî Hersîn ji Basnewsê re aşkere kir ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar daye ku, nabe ji yek birayî zêdetir di yek demê de beşdarî eniyeke şer bib û got:`` Ji 21 raspardeyên ku Parlrmentoya Kurdistanê derkiriye, behsa wê yekê dike ku, nabe 2 bira di yek demê de, di eniyeke şer de beşdariyê bikin``.

Wek tê zanîn, duh Şemiyê di dema êrîşa Hêzên Pêşmerge de bo kontrolkirina nahyeya Zumarê, 3 bira ku xelkê navçeya Soranê ne şehîdbûn û vê yekê dengvedanek bihêz xiste rojevê.

Berî niha jî bi biryara Barzanî, tekaneyên Efal û Kîmyabarana Helebce ji beşdariyê di eniyên şer de hatin bê erk kirin.

Basnews
Top