• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Mûsilê taxek ji çekdarên DAIŞ`ê hat paqij kirin

Gulan Media October 26, 2014 Nûçe
Li Mûsilê taxek ji çekdarên DAIŞ`ê hat paqij kirin
Tevgera Efserên Serbixwe li parêzgeha Neynewayê, li taxeke bajarê Mûsilê êrîşî çekdarên DAIŞ`ê kirin û ew tax ji wan çekdaran paqij kirine.

Di vê derbarê de, berdevkê Tevgera Efserên Serbixwe general Mihemed Beac tevî piştrastkirina wê nûçeyê ji BasNewsê re got: “Duh 25 Cotmehê çekdarên ser bi grûpa wan ve, li taxa Kerame ya bajarê Mûsilê, êrîşe çekdarên DAIŞ`ê kirine û piştî şerekî giran, ew tax kontrolkirine``.

Herwiha navburî daye zanîn ku, di wî şerî de 18 çekdarên DAIŞ`ê hatine kuştin ku di nav wan de 4 çekdarên bi regez Siûdî û Yemenî hene û niha taxa Kerame ya bjarê Mûsilê di destê çekdarên Tevgera Efserên Serbixwe de ye.
Wek tê zanîn, çekdarên Rêxistina Radîkala Isalmî ku navdare bi DAIŞ, di destpêka meha Huzêrana bûrî de êrîşe ser bajarê Mûsilê kirine û ji wê demê ve ew bajar dibin destê çekdarên wê rêxistinê deye.

Basnews
Top