Hevseroka PYDê, Asya Ebdullah: biryara şandina Pêşmerge bo Kobanî erênî ye
Hevseroka PYDê Asya Ebdullah, di hevpeyvînekê de digel ANFê behsa rewşa dawî ya Kobanî û çûyîna hêzên Pêşmerge bo Kobanî her wiha hevkariya navbera YPG û Artêşa Azad a Sûriyê kir.
Asya Ebdullah li ser hevkariya navbera YPG û Artêşa Azad û şandina hêza piştevaniyê ji aliyê Artêşa Azad ve got, di navbera YPG û Artêşa Azad de hevkarî û diyalog heye jixwe hêzên Arêşa Azad di nav Volkana Firatê de li kêleka şervanên YPGê şer dikin.
Ebdullah her wiha got, di mijara şandina hêza piştevaniyê herî dawî YPGê dê birya bide.
Li ser çûyîna Pêşmerge bo Kobanî jî Hevseroka PYDê anî ziman ku ew biryara Palamentoya Kurdistanê ya şandina Pêşmerge bo Kobanî erênî dibînin û wiha got:
“Heta niha pêşmerge nehatiye Kobanî. Ji bo bicihanîna vê biryarê niha di navbera hêzên YPG û Pêşmerge de diyalog û hevdîtin hene. Ji aliyê wê yê pratîkî ve xebat dewam dikin. Em vê biryarê û tevlîbûna hêzên Kurdistanî li berxwedana Kobanî erênî dibînin. Mîna Şingalê dê li Kobanî jî hêzên Kurdistanî bi ahengî li ber xwe bidin.”
Asya Ebdullah li ser rewşa Kobanî û şer jî agahî da û got, şer zêdetir li rojhilatê bajêr heye lê li gorî agahiyên ku ketiye destê wan DAIŞê hêzên nû kom dike û dixwaze dest bi êrişên nû bike lewma divê raya giştî ya cîhanê hişar be.
Ebdullah daxwaziya vekirina korîdoreke mirovî bi çavdêriya NY dubare kir û got, divê Tirkiye li hember vê yekê astengiyan çêneke.
Rudaw
