• Monday, 16 February 2026
logo

Hisên: Kobanî di rewşek xeter de ye lê baweriya me bi berxwedana wir heye

Gulan Media October 25, 2014 Nûçe
Hisên: Kobanî di rewşek xeter de ye lê baweriya me bi berxwedana wir heye
Serokê Dîwana Serokatya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên behsa hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo ku Amerîka û Tirkiyeyê razî bike ku Hêzên Pêşmerge biçin Kobanî, dike.

Serokê Dîwana Serokatya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên di daxuyaniyeke taybet de bo Rûdawê got ku di destpêka êrişa çekdarên DAIŞê de li ser Kobanî, Herêma Kurdistanê û serokaytiya wê li ser xetê bûn ji bo alîkariya Kobanî.

Fuad Hisên eşkere kir ku Kordînatorê Heypeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê John Allen ligel Barzanî civiya û behsa rewşa Kobanî kirin û di serdana wî generalê amerîkî de bo Tirkiyeyê, Enqere razî bû ku Hêzên Pêşmerge biçin Kobanî.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha da zanîn ku bi fermana Barzanî komîteyek hat avakirin, wê komîteyê serdana Tirkiyeyê kir û ligel rayedarên wî welatî gotûbêj kir û rayedarên tirk razî kir.

Fuad Hisên destnîşan kir ku Amerîka, Tirkiye û Herêma Kurdistanê li ser çûyîna Pêşmerge bo Kobanî û hûrgiliyên vê pirsê li hev kirine.

Wî rayedarê Herêma Kurdistanê helwesta xwe derbarê şerê Kobanî de jî eşkere kir û got, “Baweriya me bi gelê me heye ku rê nedin Kobanî bikeve. Kobanî di xeterê de bû û niha jî di rewşeke xeternak de ye.”

Fuad Hisên amaje bi odeya operasyonan a hevpeymaniya navdewletî li Hewlêrê kir û tekez kir ku agahî ji odeya Hewlêrê re tên û ji wir ferman ji wan re diçe.

Rudaw
Top